Şerê Îranê: Petrol û gaz biha bû û bazara borsayê nirx winda kir

Berdewamiya şerê li Rojhilata Navîn û nediyariya li Tengava Hurmizê, bandor li bazara cîhanî dike. Petrol û gaz li Ewropayê biha bûn. Bazarên borsayê yên li Asya û Ewropayê di hefteya nû de bi carekê de nirx winda kirin.

Bihayên petrolê îro ji sedî 30 zêde bûn. Bihayê bermîlek petrol 115 dolarî derbas kir. Ji sala 2022’yan piştî şerê Rûsya-Ûkranyayê û vir ve cara ewil bihayê petrolê ewqas bilind dibe.

Pispor vê bihabûnê bi şerê li Rojhilata Navîn, xetereyên li Tengava Hurmizê û êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ve girêdidin.

Bihayên petrolê bandor li gaza Ewropayê jî kirin. Peymana gaza TTF’ê ya Hollandayê ji sedî 30 zêde bû û gihîşt 66 euroyê.

Pêla enerjiyê bandor li bazarên borsayê jî kir. Li Ewropayê bazarên borsa yên Parîs, Frankfurt û Londonê bi windakirina nirxê dest bi rojê kir.

Li Asyayê windakirina nirxê hîn mezintir bûn. Nikkei ya Tokyoyê ji sedî 5.19 daket û Kospi ya Koreya Başûr jî ji sedî 5.96 daket. Daketin li borsayên Taipei, Sydney û Hong Kongê jî çêbûn.

Analîst dibêjin ku zêdebûna bihayên enerjiyê û şerê li Rojhilata Navîn di aboriya cîhanî de nezelalî çêkiriye.